NÛJINHA wê li dijî 'darvekirinê' bibe dengê jinan

Li dijî cezayê darvekirinê li aktîvîsta mafên kedkaran Şerîfe Mihemedî û rojnamegera Kurd Pexşan Ezîzî kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ hatibû destpêkirin. Weke ajansa jinan a Rojhilata Navîn NÛJINHA em bi peyamên ku nûçegihanên me yên ji welat û bajarên cuda şandine, piştgiriyê didin kampanyayê.

Em dizanin ku bi înfaz, girtin, kuştin û îşkenceyê dengê jinan nayê qutkirin û em diyar dikin ku heta biryarên 'îdamê' neyên rakirin em ê bibin dengê jinên têkoşer.